• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Xezzeyê av diqede, 700 hezar kes di bin rîskê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker a siyonîst ji 8ê Cotmeha sala 2023an vir ve av, elektrîk, xurek û xizmetguzariyên bingehîn ên Xezzeyê qut dike, roj bi roj qrîza mirovî girantir dike.

Xelk ji ber êrîşên artêşa îşxalker nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê ya ewle, her wiha ji ber kêmbûna sotemeniyê tesîsên parzînê û bîrên avê neçalak in.

Ditirsin ku zarok, pîr û jin jî di nav de ji ber bêhêziya giran jiyana xwe ji dest bidin.

Hat diyarkirin ku xelkê Xezzeyê neçar in ku ava qirêj ku ji bîran tê derxistin bikar bînin.

Serokê Komîteya Lezgîn a Şaredariya Dêr el-Belahê Îsmaîl Sarsur diyar kir ku jiyana 700 hezar kesî li bajêr di bin xeteriyeke mezin a bê avbûnê de ye û hişyarî da ku qrîza avê dikare bibe sedema pirsgirêkeke mezin a tenduristiyê.

Koordînatorê Federasyona Şaredariyan a Şerîda Xezzeyê Husnî Muhenna bal kişand ser wê yekê ku kêmbûna avê karesateke tenduristî û jîngehê ye û dibe sedema belavbûna nexweşiyan bi taybetî di nav zarokan de, ji bo çareserkirina qrîza avê li bajarên curbicur banga destwerdana lezgîn ji rêxistinên navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî kir.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koçberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) beriya niha gotibû, "Av têra mirovan nake. Ji bo jiyanê êdî mucadeleyên mezin hewce dike. Ji ber ku kanalîzasyon û binesaziya li Şerîda Xezzeyê bi giranî xeternak e, divê ava behrê jî ji bo paqijkirina kesane û ava vexwarinê were bikar anîn. Zarokên Filistînî rojê 6 an 8 saetan xwarin û av hildigirin. Zarok pir caran barên giran li ser cîhên dûr ên dirêj hildigirin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir