• DOLAR 33.936
  • EURO 37.935
  • ALTIN 2735.933
  • ...
Li bajarekî Xezzeyê piştî ku sotemenî qediya xebatên bîrên avê sekinîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berpirsên Şaredariya Dêr El-Belahê di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku nedana sotemeniya pêwîst ji bo karên şaredariyê tawaneke şer û cezakirina komî ye ji bo hemû xelkê Xezzeyê.

Şaredariyê diyar kir ku ji ber nebûna sotemeniyê pergala avê ya bajêr ji xizmetê derketiye û 2 tankên avê û 19 bîr nikarin xizmetê bidin, lewma jiyana bi hezaran kesî ketiye bin rîskê.

Şaredariyê bal kişand ser wê yekê ku 700 hezar niştecih û kesên ji cîh bûne ji ber qutbûna avê di bin rîskên tenduristî û mirovahî de ne, şaredariyê ragihand ku li kolan û navendên sitargehê girseyên çopê kom bûne û gelek kanalîzasyon li ser rêyan kom bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir