• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Serokkomar Erdogan: Em kesên ku ji derbeyê re dibêjin tîyatroye heta roja qiyametê efû nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ziyareta Bîrdariya Şehîdên 15ê Tîrmehê daxuyanî da.

Erdogan wiha peyivî:

“Di 8emîn salvegera teşebbusa derbeya xiyanetê ya 15ê Tîrmehê de ji hemû lehengên me yên ku bi sînga xwe ji guleyan parastibûn şerbeta şehadetê vexwaribûn rehma Xwedê dixwazim.

Ez spasiyên xwe pêşkêşî xazîyên ku ji bo heman doza pîroz di têkoşînê de birîndar bûne, dikim.

Yên ku 15ê Tîrmehê weke “lîstok”, “şano/tîyatro” û yên ku bi awayekî bêşerm jê re gotine “lihevkirin” heta qiyametê em ê efû nekin.

Yên ku di derbarê 15ê Tîrmehê de van îftirayên qirêj belav dikin, di lîstika bi xwîn a ku li ser Tirkiyeyê tê xwestin bê lîstin, di şanoya mezin a ku tê plankirin de fîgûran in.

Xwedê me careke din bi hewildanên wiha hovane re rûbirû nehêle. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir