• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
HUDA PARê der barê têkildarkirina xwe ya bi êrîşa çekdarî re serlêdana sûcê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîyê ve li ser hesabê medyaya civakî hat dayîn de hat destnîşankirin ku êrîşa çekdarî ya ku li Diyarbekirê li 2 qehwexaneyan hat kirin bi qestî hat xwestin ku bi HUDA PARê re bê girêdan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Ev derewa neexlaqî ji aliyê grûbên siyasî ve hatiye çêkirin ku bi eşkereyî ragihandine ku ew pişta xwe bi hêzên kaos û pevçûnê ve girêdidin û ji aliyê hevalbendên siyasî yên kemalîst ên heman girûpa hov ve jî hatiye pejirandin.”

Daxuyanî wisa hat domandin:

“Partiya me careke din ji aliyê rêxistineke xerab a ku bi awayekî eşkere ji aliyê heman navendê ve hat zextkirin û di Komkujiya 6-8ê Cotmehê de jî bi heman zimanê provokatîf weke hedef hat nîşandan. Bi vê wesîleyê em radigihînin ku em ê bi hemû kom û kesên ku buxtanên bêexlaqî li partiya me dikin, li ber hiqûqê bin. Di vê çarçoveyê de xebatên pêwîst me dawî kir û em bi rêzdarî raya giştî radigihînin ku der barê kesên pêwendîdar de serlêdana sûc hatiye kirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir