• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Mûsûlê mezelê bitop: Bermayiyên aidî 139 cesedan hat derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku bermayiyên cesedên 139 kesan ji çala "Alo Anter" a li navçeya Telafer a rojavayê Mûsilê hatin derxistin.

Rêveberê Ofîsa Gorên Komî yên Îraqî Ziya Kerîm got ku bermahiyên cesedan, di nav wan de ciwan, pîr û jin hene, ji sala 2014-2017an ve, dema ku DAIŞê herêm kontrol kiribû maye.

Şahidên bûyerê îdia kirin ku bermayiyên cesedan aîdi êzîdî, tirkmen û hin rûniştvanên Mûsilê ne.

Ehmed Esadîyê ji Dezgeha Şehîdan a Iraqê diyar kir ku kesên kuştî nehatine definkirin, lê hatine avêtin nav çala "Alo Anter" ku kûrahiya wê di navbera 12 û 42 metreyan de ye û hin kes bi guleyan hatine gulebarankirin, hin kes hatine serjêkirin û hin jî hatine xistin torbeyan.

Esadî diyar kir ku bermayî ji bo tespîtkirina nasnameyan hatiye şandin saziya tiba dadwerî ya Mûsilê.

DAIŞê di sala 2014an de tevahiya bajarên Mûsil, Selaheddîn û Enbarê û beşek ji Kerkûk û Diyala kontrol kiribûn. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Haydar Abadî roja 9ê Kanûna 2017ê serkeftina dawî ya li dijî DAIŞê ragihand.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di navbera salên 2014 û 2017an de li Iraqê ji ber şer û pevçûnên bi çeteyên DAIŞê re 30 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 55 hezar kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir