• DOLAR 34
  • EURO 37.86
  • ALTIN 2821.831
  • ...
Li Îzmîrê derheqê mirinên bi elektrîkê ya 2 kesan de 20 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêpirsîna edlî ya ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ve derbarê 2 kesên ku li navçeya Konakê ya Îzmîrê dema hewl didan xwe ji barana zêde biparêzin bi elektrîkê jiyana xwe ji dest dan berdewam dike.

Li gor rapora pispora ewil di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 29 kesên ku berpirsyarê bûyerê ne, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Emniyetê ya Şaxa Komkujiyê ya Midûriyeta Emniyetê di çarçoveya xebatên ku ji bo girtina 29 gumanbarên ku der barê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn de 20 kes binçav kirin.

Hat diyarkirin ku ji bo girtina şikdarên din yen ku hat tesbitkirin li dervayi wilayete ne xebat dewam dikin.

Xwendekara zanîngehê Ozge Ceren Denîz a 23 salî ya ku li Îzmîrê dema dixwest ji baranê bireve ket ser rêya ku bi av tijî bû, elektrîk lê ket û ket erdê.

Înanç Oktemay ê 44 salî ku di wê demê de derbas dibû jî dema dixwest alîkariya Denîz bike rastî elektrîkê hat û her du jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir