Sîyonîstên îşxalker êrîşî Mescîda Eqsayê kirin
Siyonîstên îşxalker di bin parastina hêzên siyonîst de êrişî hewşên Mescida Eqsayê pîroz kirin.
Li gor agahiyên hat bidestxistin ku komek ji siyonîstên îşxalker ji Deriyê Mexaribeyê ketin û bi ser hewşa Mescîda Eqsayê da tûrên provokatîf kirin û merasimên Telmûdê pêk anîn.
Êrîş di bin parastina hêzên siyonîst de pêk hatin.
Di vê navberê de, polîsên îşxalker bi berdewamî veguherandina bajarê Kevin ê îşxalkirî yê Qudsê bo baregeheke leşkerî, bi sedan siyonîst li kolanan û bi taybetî li deriyên Mescida Eqsayê bi cih kirin û li ser hatina Filistîniyan qedexe danîn. (ÎLKHA)