• DOLAR 33.998
  • EURO 37.853
  • ALTIN 2820.801
  • ...
Li Somalîyê êrîşa bi bombe: 5 mirî, 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî ya li ser bingeha polîsan, li Mogadîşûya paytexta Somaliyê li dijî kafeyeke qelebalix êrîşek bi wesayîteke bombebarkirî hate kirin.

Di êrîşa ku wesayîteke bombebarkirî hat teqandin de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polîs Ebdulfetah Adn Hasan ji medyaya dewletê re got, "Raporên destpêkê yên polîsan diyar dikin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 kes jî birîndar bûne."

Heta niha kesî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir