• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Urmiyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên hat bidestxistin qeza, li ser rêya Şino û Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyeyê qewimî.

Birêveberê Tenduristiya Bajarê Şinoyê Hesen Zirza ragihand ku 3 otomobîl li hev qelibîne, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorm ekîbên tenduristiyê hatin sewqkirin li cihê qezayê.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Şinoyê.

Hesen Zirza ragihand ku, birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin û birînên 2 kesan giran in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir