Midîbûsa ku karkerên cotkariyê vediguhast qulipî: 12 birîndar
Li Pozantiya navçeya Edeneyê di encama qulipîna midibûsa ku karkerên cotkariyê vediguhast de 12 kes birîndar bûn.
Qeza, duh êvarê li herêma Damlama ya rêya Edene-Pozantiyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, midîbusa ku Îrfan G. diajot ji ber sedemeke ku nediyar e ji kontrolê derket û qulipî.
Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans û tîmên agirkujiyê hatin sewqkirin li herêmê. Hin birîndarên di wesayîtê de girtî mabûn ji aliyê ekîbên îtfaiyeyê ve hatin rakirin.
Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin nexweşxaneyên Edene û Mêrsînê. (ÎLKHA)