Otomobîl gindirî qenala avê: 1 mirî, 4 birîndar
Li Entalyayê otomobîleke ku 5 kes tê de bûn qulibî qenala avê. Di encama bûyerê de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li navçeya Manavgatê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla ku şofêrê wê M.Î. bû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji kontrolê derket û qulibî qenala avê.
Di encama bûyerê kesê bi navê M.Î. canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)