• DOLAR 34.112
  • EURO 38.087
  • ALTIN 2816.6
  • ...
Li Diyarbekirê bernameya Aşûrayê ya bi temaya "Ji Kerbelayê heta Xezzeyê" tê lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemiyeta Mustezafan û Platforma Kerwana Şehîdan bi minasebeta qetliama ku ev zêdeyî 9 meh in li Xezzeyê tê kirin û berxwedana pîroz a li hemberî vê yekê temaya bernameya Aşûrayê ya ku dê îsal li dar bixin diyar kirin.

Serokê Cemiyeta Mustezefan Murat Arslan, der barê çalakiya ku tê plankirin 16ê Tîrmehê roja sêşemê saet 21.00an li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê ya Dîyarbekirê bê lidarxistin, hemû gelê Dîyarbekirê dawetî bernameyê kir.

“Hz Huseyn û rêhevalên wî bi şehadeta xwe dersa serî netewandina li hember zalim dan me”

Arslan diyar kir ku di meha Muharremê de di dîroka Îslamê de gelek bûyerên girîng hene ku bi taybetî ji Mislimanan re ders dide û wiha got: "Yek ji bûyerên girîng ên ku di meha Muharremê de di dîroka Îslamê de qewimî, şehadeta Hz. Huseyîn e, me xemgîn dike û bûyereke girîng e ku di nav xwe de hikmetê dihewîne."

Arslan weha got: "Hz Huseyîn û rêhevalên wî bi şehadeta xwe der barê girîngiya xwedîderketina li şîarên Îslamê û sekna li dijî zaliman derseke pir baş da me. Em wek Cemiyeta Mustezafan hêvîdar in ku di 16ê Tîrmehê roja Sêşemê da bicivin. Em ê ji bo bîranîna Hezretî Huseyîn û rêhevalên wî, têkoşîna wî bigihînin nifşên nû û vê peyamê bigihînin nifşên ciwan di 16ê Tîrmehê saet 21.00an li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê de bernameyekê li dar bixin."

“Gelê Xezzeyê îro jî berxwedaneke bi heman rengî li Huseynî dike”

Arslan bal kişand ser mijara "Ji Kerbelayê heta Xezzeyê" hemû gelê Dîyarbekirê banga bernameya ku ew ê li dar bixin kir û weha got:

“Di vê bernameyê de Xezzeya îro dişibe Kerbelayê. Bi rastî misilmanên ku zêdeyî 9 meh in li Xezzeyê têdikoşin, bi rengekî wezîfeya wê têkoşîn û berxwedana ku li Kerbelayê pêk hat, didomînin. Sedema ku me bi taybetî Xezze xiste bernameyê ew e ku Kerbela û Hz Huseyn tîne bîra me. Çawa ku Hz Huseyîn û rêhevalên xwe li hemberî zaliman li ber xwe dan, di vê dozê de paşve gav neavêtin û bi hemû malbata xwe re mînaka têkoşînê nîşan dan, îro gelê Xezzeyê jî mînakeke bi vî rengî nîşan dide. Ez hemû gelê me dawetî vê çalakiyê, da ku hem bûyeran bi dest bixin û hem jî vê erk û dozê bigihînin nifş û ciwanên îroyîn dikim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir