Prens Feysal tê Tirkiyê
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Prens Ferhan Al-Saud dê sibê were Tirkiyeyê.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel bin Ferhan Al-Saud dê sibê serdana Tirkiyê bike û pêwendiyên fermî pêk bîne.
Di çarçoveya hevdîtinan de dê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybetî li Xezzeyê şêwir bên kirin.
Her wiha; Li ser derfetên xurtkirina hevkariyên dualî yên di warên siyasî, aborî, bazirganî, leşkerî, pîşesaziya parastinê, enerjî, tûrîzm û warên din de dê nêrîn bên parvekirin. (ÎLKHA)