Iraq: Ew ê ji hevdîtina Tirkîye-Sûrîyeyê re Bexda mazûvanîyê bike
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hûseyîn, daxuyand ku ew ê di navbera Tirkîye û Sûrîyeyê de ji bona ku li Bexdayê civîn bê kirin peymana pêşîn hatîye kirin.
Hûseyîn destnîşan kir ku hêj dîroka civînê nehatîye eşkerekirin û weha got, “Ji bona ku di navbera Enqere û Şamê de navbeynkarîyê bikin înîsîyatîf girtine û ragihanîya nav herdu welatan berdewam dike.”
Wezîr Hûseyîn destnîşan kir ku ew ji bona polîtîkayên hindir an jî derve ji yekî dinê îcazetê nastînin. (ÎLKHA)