• DOLAR 34.184
  • EURO 37.182
  • ALTIN 2977.243
  • ...
Li Nîjeryayê dibistan hilweşîya: 22 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Josa paytexta wîlayeta Plateauyê pêk hat.

Li gorî çavkanîyên herêmî dema ku xwendekar di dibistanê de bûne, ji ber sedemeke ku hêj nediyare çend alîyên dibistanê hildiweşe.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re akîbên tenduristî, îtfaîye û lêgerîn xelaskirinê hatin sewqkirin. Piştî bûyerê malbatên xwendekaran berê xwe dan dibistanê.

Di encama xebatên ku hatin kirin de heta niha herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Xaça Sor Nuruddeen Hussaîn Magajî derheqê bûyerê de daxuyanî da, îfade kir ku 69 kes jî birîndar bûne.

Hat îfadekirin ku hêj xebatên ekîban berdewam dikin û dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir