Li Japonyayê ax herikî: 3 winda
Li wîlayeta Ehîmeyê baraneke dijwar barîya û ew baran bû sedema hezîna axê û ji ber hezîna axê ji sê kesan xeber nayê standin.
Barana ku li wîlayeta Ehîmeyê tesîrdar bû, li bajara Matsuyamayê bû sedema hezîna axê.
Rayedaran daxuyadin ku ax bi 50 metre firehî û 100 metre jî bilindahîyê herikîye.
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 3 kesan xeber nayê standin. Ji bo wan jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin. (ÎLKHA)