• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Dîyarbekirê ew ê STKyên Îslamî îro ji bo Xezzeyê bimeşin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwepêşandanên destekê û daxuyanîyên destekê ku ji 7ê Cotmeha 2023yan bi Operasyona Tofana Eqsayê dest pê kiribûn berdewam dikin.

Sazîyên civaka sîvîl ên Îslamî yên Dîyarbekirê ku ji bona bal li ser qirkirina ku ev bû 9 meh e tê lidarxistin bikşînin û destekê bidin micadeleyê hatin cem hev, ew ê li navçeya Kayapinarê bernameyek li dar bixin.

Hat diyarkirin ku ew ê bername di seat 18.00an de li ber Serokatîya Daîreya Zewicandinê ya Kayapinarê li Bûlwara Dîclekentê dest pê bike û wê li Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bibe.

Sazîyên civaka sîvîl ên Îslamî derheqê bernameyê de agahîyan dan û ji bo bernameyê hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir