Li Duzceyê wesayitê cotkariyê qulipî: 1 mirî, 3 birîndar
Di qezaya ku li Dûzceyê di encama wesayîta çandiniyê qulipî pêk hat de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza li gundê Bekirogluya navçeya Golyakayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di encama ku ajokarê Patpatê yê di bin rêveberiya V.G de bû ji kontrolê derket û qulipî.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê de Fadîme K. ya di wesayîtê de bû jiyana xwe ji dest da û ajokar V.G., A.O. û N.O. jî birîndar bûn.
Birîndar piştî alîkariya ewil a ekîba tenduristiyê bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê.
Cenazeyê Fadîme K. yê hat birin morgê.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)