• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Di çalakîya Hîzbullahê de leşkerekî îşxalker mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnameya Haaretza sîyonîstan, îfade kir efsera ku hatîye kuştin li bajara Netanyayê heyata xwe derbas dikir û ji tabûra 938emîn a tûgaya “Alon”ê de wezîfedar bûye.

Televîzyona Kanal 12 a sîyonîstan jî destnîşan kir ku ji herêma El-Metalleya Celîleya Jorîn re du roket hatine avêtin û ev jî bûye sedema qutbûna ceryanê.

Hat diyarkirin ku ji çarrêya Ed-Dalît a başûrê Golanê re jî roketek hatîye avêtin û li herêmê şewat derketîye.

Di heman demê de Hîzbullah îro ji amûrên sîxurtî ya dijmin re jî fuzeyan avêtîye û hedef raste rast hatîye hedefgirtin.

Hat destnîşankirin ku Hîzbullah li dijî leşkerên ku mewzîyan çêdikirin jî bi roketan çalakîyan lidarxistîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir