• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Cîhada Îslamî: Pêşanîya Netenyahû ne rizgarkirina êsîrên wan e, berdewamkirina şer e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hindî da zanîn ku hevdîtinên dawî ya muzakereyan bi dawî bûye û tiştek bi dest neketiye û got, armanca Netanyahû ya îşxalker û hikûmeta wî ne rizgarkirina êsîran e, berdewamkirina şer e.

El-Hindî diyar kir ku ew hewl didin wan kesên ku li ser navê îşxalê muzakereyan didomînin disekinînin û wiha got, "Muzakerevanê îsraîlî diewiqîn e, ji navbeynkaran re got ku ew ê vegere Tel Avîvê û piştre jî bersiva pêşniyaran bide. Îşxalkerî gurbûnek mezin û xeternak pêk anî û ji niştecihên bajarê Xezzeyê xwest ku ji bajêr derkevin, ji ber ku ew li ber destpêkirina danûstandinan bûn. Hewldanên koçberkirina xelkê bajarê Xezzeyê nayê wê wateyê ku îşxalkerî dixwaze bigihêje rêkeftinekê.”

El-Hindî gotinên xwe wisa domand, “Netanyahu nakokiyên li Emerîkayê baş bi kar tîne û dizane ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re zext li ser wî nayê kirin. Waşîngton naxwaze Netanyahu bi serneketina gotûbêjan tometbar bike, lewma hûn dibînin ku bi hişyarî behsa atmosfera gotûbêjan dike. Berxwedan di pêvajoya muzakereyê de nerm nîşan da ji ber ku dixwaze êşên gelê Filistînê sivik bike. Berxwedan qebûl kir ku bi şertê ku agirbest berdewam bike, qonaxa duyemîn piştre jî muzakere bike. Em garantiyek dixwazin ku agirbesta demkî di dawiya muzakereyan de veguhere agirbestek mayînde. Berxwedan garantiyê dixwaze ku îşxalkerî ji dora Philadelphia û Netzarim vekişe. Îsraîl, ji bo rayedar kirina derîyê sînora Refahê dixwaze şert û mercên xwe deyne, lê wê têk biçe. Eger îsraîl bixwaze li deriyê sînor ê Refahê bimîne û şert û mercên xwe ferz bike, wê li qadê vê pirsgirêkê çareser bike. Dîroka vegerê ya tîma muzakereyan tune ye û wê dîsa hevdîtin bên kirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir