• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Hîndistanê di nav du hefteyan de ji 40an zêdetir mirov ji brûskê mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şilîyên dijwar, ba û brûskên ku di nav 24 seatên dawîn de li gelek wîlayetan tesîrdar in heft navçeyên dinê jî kir bin tesîra xwe.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîyê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Di nav 24 seatên dawîn de ji ber brûskê li Sîwanê du, li navçeyên Supaul û Rohtasê jî herêka yek mirov mirin.”

Hat destnîşankirin ku piranîya mirinan ji ber ku însanan di nav erd de dixebitin û xwe di bin daran de dispêrên pêk hatine.

Serokwezîrê Wîlayeta Bîharê Nitish Kumar daxuyand ku ew ê ji malbatên mexdûr re alîkarîya meddî bê kirin.

Roja Duşemê jî brûsk li erdê ketibû û di encama wê de jî 12 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Di nav du hefteyên dawîn de li wîlayeta Bîharê tê texmînkirin ku ji 40î zêdetir mirov ji ber brûskê canê xwe dest dane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir