Di êrîşên rejîma îşxalker a li ser Lubnanê de heta îro 466 kes şehîd bûn
Li gor daxuyaniyên Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê, di êrîşên îşxalkerên sîyonîst ên ji 8ê Cotmmeha 2023an vir ve heta niha 466 kes şehîd bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka êrişên siyonîstên îşxalker a li ser axa Lubnanê heta niha 466 kes şehîd bûne. Van êrîşan li herêmê bû sedema krîzeke însanî û bala civaka navneteweyî kişand ser xwe.
Li dijî êrîşan, Hizbullaha Lubnanê gelek çalakî li dijî nuqteyên leşkerî yên rejîma îşxalker pêk anîn. Derbeyên giran li artêşa îşxalker da. (ÎLKHA)