• DOLAR 34.069
  • EURO 37.903
  • ALTIN 2801.44
  • ...
Rejîma îşxalker tevahiya şevê Xezzeyê bombebaran kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker meheleyên El Rimal û Tel El-Hawa yên li rojavayê bajarê Xezzeyê bi dijwarî bombebaran kir.

Di encama êrîşan de li herêmê dûmanek mezin çêbû. Îşxalkeran ji Filistiniyên li herêmê xwestibün ku koçi Deyr el-Belahe ya ku dikeve navenda Kerta Xezeye. Îşxalker dixwazin tevahiya bajarê Xezzeyê bê valakirin. Bi bombebarankirina sivîlan neçar dike ku koç bikin.

Ji 7ê Cotmehê ku êrîşên rejima îşxalker ên li ser Şerîda Xezzeyê dest pê kirin, nêzî 1,9 milyon Filistînî li Xezzeyê bi darê zorê koçber bûne. Bi milyonan Filistînî ji ber êrîşên îşxalkeran gelek caran neçar man koç bikin.

Dagirkerên ku gelek caran Filistîniyên ku berê xwe spartibûn Xan Yûnis û Refahê yên li başûrê Xezzeyê koçber kirin, gelê herêmê dikişînin nav koça bi darê zorê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir