• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
HAMAS: Tiştên ku li êsîrên me tên kirin ji ya ku li girtiyên Guantanamo û Ebû Xureybê hat kirin zêdetir in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMASê diyar kir ku rewşa rojnameger Muaz Amarîne û werzişvan Muazzez Abiyyatê ku di demên dawî de hatine berdan, binpêkirinên giran û sûcên hovane yên li girtîgeh û navendên binçavkirinê eşkere dike.

HAMASê diyar kir ku îfadeya girtîMuazzez Abiyet ku bi xwe beşdarî operasyonên hovane yên îşkenceyê yên terorîst Ben Gvir bûye, asta sadîzma endamên vê hikûmetê eşkere dike.

HAMASê destnîşan kir ku hovîtiya ku li êsîrên Filistînî di girtîgehên îşxalker de tên kirin ji hovîtiya li girtîgehên Guantanamo û Ebû Xerîb zêdetir in û hikûmet û artêşa îşxalker bê exlaq in û hemû peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê muameleya li dijî girtiyan de paşguh dikin.

HAMAS daxwaz dike ku civaka navnetewî, Dîwana Edaletê ya Navnetewî û Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê demildest destwerdanê di reftarên sûcdar ên vê hikûmeta îşxalker a Nazî de bikin, ku komîteyên ketina van navendên binçavkirinê, lêkolînkirina binpêkirinên li wir, û sûcdarên şer ên lîderên îşxalkeriyê bînin pêşberî dadweriya navneteweyî û ji van sûcan hesab bipirsin.

HAMASê bang li gelê Filistînê li Quds û Şerîeya Rojava ya îşxalkirî kir ku li dijî leşker û niştecihên dagirker şer bikin da ku destekê bidin esîran û serbest bên berdan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir