• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Iraqê pileya germê ji 50 pileyê derbas dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meteorolojiya Iraqê ragihand ku germahiya hewayê dê ji 50 pileyî derbas bibe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tê texmînkirin ku pileya germê îro li bajarên Wasit, Necef, Dîwaniye, Babil, Mîsan, Nasiriye, Semawa û Besrayê ji 50 pileyê derbas bibe.

Li Bexdayê tê texmînkirin ku pileya germê 49 pile be.

Tê texmînkirin ku pêla germê di nîvê meha Tîrmehê de tesîra xwe zêde bike û heta dawiya mehê bidome.

Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li başûr di navbera 50 û 52 pile, li bajarên navendê 48-50 pile, li rojava 45-48 pile û li bakur jî 39-45 pile be. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir