Di qetlîama Xan Yûnis a îşxalkeran de hejmara şehîdan derket 29an
Hat ragihandin ku di êrîşa ku ji teref rejima îşxalker ve li ser derîyê dibistana ku Filistînîyên koçkirî li bajarê Xan Yûnisê yê Xezzeyê lê bi cih bûne de hejmara şehîdan derket 29an.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Îşxalkeran li bajaroka Abesan a li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê dibistaneke ku koçber lê dibûn hedef girtin, qetlîameke nefret kirin."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ekîbên alîkariya ewil birîndarên di êrîşê de rakirin nexweşxaneyên Nasir û El-Emel ên bajêr.
Her wiha Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di encama bombebarana rejîma îşxalker a li ser Xakurkê Ebû Hemîd li navenda Xan Yûnisê de şehîd û birîndar hene.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di 6 qetlîamên ku di 24 saetên dawîn de ji teref rejima îşxalker ve hat kirin de 60 Filistînî şehîd bûn. (ÎLKHA)