• DOLAR 34.095
  • EURO 38.115
  • ALTIN 2833.827
  • ...
Hêzên berxwedanê 5 tank û 2 dozerên din jî îmhe kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûgayên Qessam der barê alavên leşkerî yên rejîma îşxalker ku îmha kirin de daxuyaniyek da.

Tûgayên Qessam di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku her roj derbeyên giran li rejîma îşxalker tê xistin û weha got: "Me 4 tankên Merkava yên îsraîlê bi roketên 'Yasîn 105'ê li Kolana Bexdayê ya li Taxa Şuciyeyê ya li rojhilatê Xezzeyê hedef girt."

Tûgayên Qessam her wiha di berdewama daxuyaniyê de weha got: "Me 2 buldozerên D9 ên artêşa îsraîlê bi teqandina qadeke mayinkirî kirin hedef û di encama vê operasyonê de li nêzî Mizgefta Xalid Bin Welîd a li Taxa Tel-Hawa ya li rojavayê bajarê Xezzeyê ev wesayît bi temamî hatin şewitandin."

Tûgayên Şehîdên El-Eqsayê ku baskê leşkerî yê Tevgera Fetîh e jî ragihand ku wan tankeke Merkava ya li rojavayê bajarê Xezzeyê bi hawanan îmhe kirine.

Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ragihandin ku doh danê nîvro 9 operasyon li herêma Tel Hewayê pêk anîne û 3 tank, kelûpeleke zirxî û hêzên piyade yên artêşa rejîma sîyonîst bi bikaranîna bombeyan kirine hedef. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir