Li Agrîyê lehî çêbû
Li navçeyên Bazîd, Zêtka û Çalana Agirîyê li hinek gundan şilî bû sedema lehîyê. Hat hînbûn ku ji ber lehîyê xesarên mezin pêk hatin.
Hat destnîşankirin ku li gundê Avxarka navçeya Zêtkayê lehî pêk hat, di dîmenan de tê dîtin ku wesayîtek bi avê ve diherike û diçe.
Hat hînbûn ku di lehîyê de hinek xanî û axur zerarê dîtine.
Li gorî agahîyên ku ji gundan ve hatine bidestxistin 4 wesayît, amûrên teraktoran û 4 xanî xesarê dîtin.
Hat hînbûn ku li gundên Bazîd û Çalanê xesar pêk hatine. (ÎLKHA)