Serokkomar Erdogan li Emrîqayê ye
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bibe çû Washingtona paytextê Emrîqayê.
Serokkomar Erdogan li Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Andrewsê ji aliyê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê Sedat Onal, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgûn û gelek kesên pêwendîdar ve hat pêşwazîkirin.
Serokkomar Erdogan di serdana xwe ya Emrîqayê da tevî hevjîna xwe Emîne Erdogan, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler jî tê. (ÎLKHA)