• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Pîreka ku nexweşîna Alzheîmerê bi wê re hebû di Çemê Dîcleyê de bi mirîkî hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li gundê Tezekeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin welatîyên ku li sînorên gund derbas dibûn dîtin ku di nav Çem de yek heye û deng jê dernayê, ji ber vê yekê xeberê ji ekîban re şandin.

Li ser xeberdayîna welatîyan ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û AFADê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê ceseda ku di nav avê de bû derxistin.

Hat destnîşankirin ku cesed aîdê Zuhre Elmaya ku winda bûbû ye.

Cenazeya Zuhre Elma, piştî ku dozger lêkolîn kir ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hat şandin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir