• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Ji bo rayedarê dibistanê yê ku xwendekarê sergirtî ji bo stajyeriyê qebûl nekir, cezayê girtîgehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nezaket Akbulut a ku li Stenbolê di beşa Şêwirmendî û Rêhberiyê ya Psîkolojiyê ya Zanîngeha Weqfê ya pola 3yemîn de dixwîne, di 22yê Îlona 2022an de ji aliyê dibistana xwe ve ji bo stajê sewqî zanîngehê hat kirin.

Berpirsayarê zanîngeha Kaxithaneyê Ozlem Oztoprak jî ji ber ku Akbulut ji bo stajê qebûl nekir û got "Cil û berg û qaîdeyên dibistana wan heye, xwendekar û mamosteyên ku serê xwe bigirin hene û nabin."

Akbulut da zanîn ku ji wê re gotine ku "eger bixwaze dest bi stajyertiyê bike bila şerpa xwe rake, wekî din wê wek stajyer neyê qebûlkirin" ji ber vê jî der barê Ozlem Oztoprak û zanîngehê de doz vekir.

Rûniştina dozê li 14emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin.

Parêzerên partiyan û parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî beşdarî danişînê bûn.

Parêzera gilîker Nezaket Akbulut xwest bersûc ji ber sûcê ku tê kirin bê cezakirin, parêzera bersûc Ozlem Oztoprak jî xwest muwekîla wî bê beraet kirin.

Dadgehê ji bersûc Ozlem Oztoprak re bi îddiaya "Bi îstismarkirina bandora wezîfeyên dewletê mafê perwerde û hînkariyê asteng kiriye" 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat birîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir