• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Herêma şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê “Herêma Afetê” hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat belavkirin de, hat bibîrxistin di encama şewata ku di 20ê Hezîrana 2024an de li navçeya Çinara Dîyarbekir û Şemrexa Mêrdînê derket de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û gelek erd û heywan zerarê dîtibûn.

AFAD, “Herêm piştî şewatê, wek ‘Herêma Afeta ku Tesîra Jîyana Giştî’ hatîye îlankirin, hemû îmkanên dewleta me bi lez û  bez hatîye seferberkirin. Bi armanca lazimatîyên wan bêne temînkirin ji Dîyarbekirê re 3 milyon, ji Mêrdînê de 2 milyon Lîre tevahî 5 milyon lîre alîkarîya acîlî hatîye şandin.”

Bi armanca temînkirina zerarên heywan û çandinîyê ji teref Serokkomarîyê û AFADê ve ji herêmê re 50 milyon lîre bi tevî yên dinê 55 milyon lîre hatîye dayîn.

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de bibîrxist ku ew berê li Meclîsê xwestibûn ku bila herêm wek herêma afetê bê îlankirin, ji ber vê yekê biryara AFADê tebrîk kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir