• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Hîndistanê brûsk li erdê ketin: 12 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li wîlayetê di nav hefteya dawîn de baraneke dijwar û bahozek tesîrdar e, ji ber vê rewşê 10 navçe tesîrdar bûn, tê texmînkirin ku di nav hefteyekî de 30 kes mirine.

Li gorî çavkanîyên herêmî li welat di nav 24 seatên dawîn de herî kêm 12 kesan ji ber brûskê canê xwe ji dest dane. Hat îfadekirin piranîya mirîyan mirovên ku li nav erd dixebitîyan û xwe sipartine binê daran in.

Hat ragihandin ku li herêmên Rohtas, Vaishali, Saran, Supaul û Champarana Rojhilat jî mirî çêbûne.

Li Hîndistanê bi destpêkirina baranên musonê mirîyên ji ber brûskê jî zêde dibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir