• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Tifaqa Dewletên Sahelê Civîna xwe ya ewil pêk anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîjer, Malî û Burkîna Fasoya danezana hevpar a ku sazkirina konfederasyonê pêşbînî dike îmze kirin.

3 welatên ku ji Civata Aborî ya Dewletên Efrîqaya Rojavayê (ECOWAS) derketibûn û Tifaqa Dewletên Sahelê (AES) damezrandibûn, civîna xwe ya ewil li Nîameya paytexta Nîjerê çêkirin.

Assîmî Goîtayê Serokkomarê Malîyê, Abdurrahman Tchîanîyê Serokkomarê Nîjerê û Îbrahîm Traoreyê Serokkomarê Burkîna Fasoyê, li Niameyê ji bo civîna hatin cem hev.

Li civînê, danezana hevpar a ku sazkirina “Konfederasyona Dewletên Sahelê” ku ji 3 welatan pêk tê hat îmzekirin.

Goîtayê Serokkomarê Malîyê, ji bo 1 salî bo serokê demî ya AESê.

Li civînê hat ragihandin ku vegera ber bi ECOWASê ne mimkin e.

Malî, Burkîna Faso û Nîjer, di 7ê Îlonê de AESê damezrandibûn, di danezana ku di 28ê Kanûna Pêşîn de hatibû weşandin de hatibû gotin ku wê ji ECOWASê vekişin. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir