• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Serokkomar Erdogan di peyama Kongreya HUDA PARê da bal kişand ser "Xezzeyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê li navçeya Keçîorena Enqereyê li Navenda Kongre û Kultirê ya Bakurê Enqereyê 5emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Di hilbijartina ku di encama kongreyê de hat kirin de Zekeriya Yapicioglu wek Serokê Giştî yê HUDA PARê hat hilbijartin.

Serokkomar Erdogan jî ji bo kongreyê peyam şand. Di peyama Erdogan a di kongreyê de hat xwendin de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Birêz Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê...

Ez ji bo deweta we spasiya we dikim û hêvîdar im ku 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HUDA PARê ji bo welat, miletê me û demokrasiya me ya pirpartîtî bi feyde be.

di nav şexsê we de ez ji dil û can silav û heskirina xwe ji hemû birayên xwe yên ku dilê xwe ji Partiya Doza Azad re gihandine re dişînim,.

HUDA PAR, di mijara bekaya welatê me de ku her milekî wê bi xwîna şehîdên pîroz, ji bo îstîklal û îstîkbala milletê me, dema ku mijara yekîtî û yekparebûna dewleta me çêdibe, helwesteke netewî nîşan da.

HUDA PAR weke di pevajoya jilbijartinên 14-28 Gulanê de, li hemberî hewldanên têkbirina biratiya ebedî ya milletê me çi ji destê wê tê dudilî nebû û kir.

Ez pir kêfxweş dibim ku xûşk û birayên me yên endamên HUDA PARê ji dil û can piştgirî didin vîzyona me ya 'Sedsala Tirkiyeyê' ya ku em wê ne wek projeyek siyasî wek projeyeke neteweyî dibînin.

Ez spasiya we dikim ji bo piştgiriya we ya ji bo pêşketin, geşbûn, bihêzbûna Tirkiyê, di siyaseta cîhanî de bigihêje cihê xwe yê layîq û parastina nasnameya xwe ya wek penagehek ji bo bindest û mexdûran.

Ez birayên xwe yên HUDA PARê jî ji ber helwesta wan a bi wijdan a li hember felaketên însanî yên li alema Îslamê bi taybetî li Xezze û Filistîna îşxalkar pîroz dikim.

Bi van fikran ez hêvî dikim ku Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a Partiya we dîsa bi xêr û xweşî derbas bibe û silavên xwe yên ji dil ji we endamên HUDA PARê re radigihînim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir