• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Dîyarbekirê ji wesayîtê re bi çekan êrîş hat lidarxistin: 2 mirî, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh li ser rêya Dîyarbekir-Çewligê di 28emîn kîlometre de pêk hat.

Li gorî îddîayan ji wesayîta ku di rê de diçû re ji teref wesayîtekî dinê ve bi keleşkofan êrîş hatîye kirin.

Di bûyerê de 1 jê zarok, 1 jê pîrek 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin lê 2 kes li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran giran in.

Cenazeyên wefatîyan ji bona ku bêne otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî re hatin sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir