Li Kolombîyayê êrîşa bombeyî: 6 mirî
Li Kolombîyayê ji dûrîtî ve bombeyek hat teqandin, di encamê de 6 leşker mirin, 4 leşker jî birîndar bûn. Serokkomar Petro ji bo mirîyan şîna xwe teqdîm kir.
Li gundê Coposaya ku girêdayê herêma bireveberîya Antioquiayê ye operasyon hat lidarxistin, di operasyonê de li dijî leşkeran ji dûrîtî ve bombe hat teqandin.
Di encama êrîşêde 6 leşker canê xwe ji dest dan, 4 leşker jî birîndar bûn.
Li herêmê operasyoneke mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)