• DOLAR 32.718
  • EURO 35.485
  • ALTIN 2498.32
  • ...
Serokê SDAMê Turan: Divê welatên misilmanan li dijî rejîma îşxalê tedbîran bigrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Turan îfade kir ku plana sîyonîstan a Arz-i Mevud dema ku li Fîlîstîn û Libnanê bike rewacê ev plan ne tenê Nîv Girava Ereban, ev plan welatên Îslamê, hetta aştîya cîhanê jî tehdît dike.

Serokê Navenda Analîz û Fikra Sratejîyê Dr. Abdulqadîr Turan derheqê qetlîamên ku berdewam dikin û êrîşa ku li dijî Libnanê bê kirin de ji ÎLKHAyê re axivî, wî îfade kir ku stratejîya belavbûna ji herêmê re ya sîyonîstan tê zanîn, ew di bin projeya wek Arz-i Mevud de dixwazin ku bibin dewleta herêmê.

“Ew qala îstîlakirina hemû NîvGirava Ereban dikin”

Turan di axavtina xwe de weha got, “Ji ber vê yekê Libnan ger ku bixwaze berxwedanê nîşan bide an jî ne de, ger ku bixwaze destekê bide HAMASê û Cepheya Tevgera Îslamî an jî nexwaze ew di bin talûkeya rejîma sîyonîst da ye. Sîyonîstan, di dîrokê de jî bi bi îddîayên derxistina komên Fîlîstînê propagandayan kirîye û li Libnanê qetlîamên Sabra û Şatîllayê bikaranîtine. Ji ber vê yekê tê zanîn ku nîyeteke sîyonîstan heye ku heta Misir û Libnanê xwe berfirehtir û mezin bike. Hetta nîyeta wî heye ku heta nav Sûrîyeyê here. Yên ku vê tiştê naxwazin bibînin ew ê winda bikin. Haya Libnanê, Tevgera Hîzbullah û yên dinê ji vêya heye. Hêvîya me ew e ku bila haya Erebên dinê jî ji vêya hebe. Çîmkî ew ê ev kar bi sireyê û dor bi dor belav bibe. Hetta ew qala Medîne û rojhilata Yemenê jî dikin. Ew qala îstîlaya hemû Nîvgirava Ereban dikin. Heger îro Libnan di hedefê de be, heger îro Hîzbullah di hedefê de be ev ji ber micadeleya Fîlîstînê ya Ensarullahê ku di 7ê Cotmehê de dabû destpêkirin nîne. Îstîlaya Libnanê, hetta îstîlaya hinek cîhên Yemenê, îstîlaya hinek cîhên Erebistana Siûdî planeke stratejîk a sîyonîstan e. Wisa xuya dike ku ew ê ev xebat heta li wê derê biçe. Divê bi şekleke Acîl û lezgînî Ereb û ger ku hewce bike unsurên dinê yên Misilman werin cem hev. Divê ew planeke stratejîk bikin ku li hember rejîma îşxalker projeyeke mezin çêbikin. Di vî warî de çiqas jî Yekîtîya Ereban hefteya borî Hîzbullahê ji nav lîsteya rêxistina terorê derxistibe û ew jî wek îşaretek bê nîşandan ev qerar bi tesîra endamên Efrîqayî, Cezayîr, Morîtanya û Lîbyayê hatîye dayîn. Mixabin hêna jî Erebistana Siûdî, Bahreyn, Emîrtîya Ereb a Yekîtîyê vê meseleyê fêhm nekirine. Ji ber vê yekê vana bi dizî li hember HAMASê micadeleyê dikin û di sefên îşxalê de cîh digrin.”

“Ger ku Libnan û Fîlîstîn bi hev re destê xwe bavêjin çekê ew ê sîyonîst Tel Avîvê jî û Heyfayê jî berde û biçe”

Turan îfade kir ku rejîma îşalker nikare hem bi HAMAS û hem jî bi Hîzbullahê re serî bigre, “Dema ku mesele tê ser mesela Hîzbullahê, difikirin ku ev herb herba Îran-Ereban e, mixabin ji vê hemû starejîyan dûr in û dîsa ew ji meseleyê re di wê alîyê de dinêrin. Rejîma îşxalker jî ji vêya cesaretê digre. Divê bi lez û bez ji wan re bê fêhmkirin ku ev tişteke nerast e. Ev dijmin wek Xaçperestên berê ye, wek Moxolan dema ku firseda xwe bibîne û ji xwe re qenalên ku alîkarîya wî bikin bidestbixe ew ê ji bona ku belav bibe bixebite. Rejîma îşxalkera ku nikare bi HAMASê re micadeleyê bike ew ê çawa hem bi HAMAS û hem jî bi Hîzbullahê re micadeleyê bike? Ger ku dikaribûna bi wan re serî bigre û micadeleyê bike ew ê 20 sal berê di sala 2004an de bi wan re micadeleyê bikirana. Ez îhtîmal û cesaretekî wisa nabînim. Çekên ku di destê wan de ye jî wan bi cesaret nake. Bila Libnan li vê derê di nav yekîtîyê de amade be. Ji bona ku li hember vana micadeleyê bike bi dilxwaz be. Li vê derê nifûseke mezin a Fîlîstînê heye. Di navbera nifûsa Libnan û Fîlîstînê de cudahîyekî irqî tineye. Ger ku pevçûnên mezhebî bidin sekinandin û destê xwe bavêjin çekan ew ê sîyonîst ji Tel Avîvê jî derkeve û ji Heyfayê jî derkeve.”

“Îşxalkeran, dixwazin ku şîyarbûna li Ewrupayê ya li hember sîyonîzmê dest pê kirîye bikin bin kontrola xwe”

Turan derheqê êrîşên nîjadî ya li Qeyserîyê pêk hatin de jî axivî û weha got, “Li Ewrupayê komên rast ên radîkal tu eleqeya wan a bi nîjadperestîyê bi hev tineye. Komên rast ên radîkal, sazîyekî sîyonîzmê ye ku di bin sîya nîjadperestîtîyê de ne. Wîldersa li Hollandayê, Nazîya li Elmanyayê û Serokwezîrê Îtalyayê jî ewakî ne. Ev nîjadperestîya Ewrupayê çawa dostê Cîhûyîyan e? Li dinyayê nîjadperestîyekî ewakî hatîye ditin gelo? Bi sîyonîstan re temasên wan ên fîzîkî hene. Sîyonîzm dixwaze ku vana bide naskirin û bi wan şîyarbûna ku li Ewrupayê çêbûye bidin sekinandin. Heman tişt ji bo Tirkîyeyê jî derbasdar e.”

“Ger ku tedbîr neyê standin ew ê van kolanan ji vandaltîyên cuda re şahidîyê bikin”

Turan bal kişand, ji ber ku li Tirkîyeyê polîtîkaya penaberan tineye ji van bûyeran re zemîn tê avakirin:

“Li Tirkîyeyê demeke dirêj e ku tevgera nîjadîyê heye. Ev sazîyeke CIA ye. Hemû kes vê tiştê dizane. Sazîya MOSSADê ji xwe derdikeve holê. Divê em vêya zanibin. Ji ber ku polîtaka penaberan a Tirkîyeyê tineye, ger ku hebe jî ev ne makul e, nefêhmkirina hîkmeta vê polîtîkayê û ji ber ku penaberan kirine her kolanan û her sazîyan van tiştan ji van bûyeran re zemînê hazir kirîye. Ji ber vê yekê em ê wan kesên ku van bûyeran derxistine pirsyarî bikin lê divê pirsyarîya esil polîtîkaya penaberan e.”  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir