Li 16 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon: 45 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, destnîşan kir ku li 16 bajaran li dijî DAÎŞê operasyona 'Bozdoğan-48' hatîye lidarxistin, di encamê de 45 şikdar hatine binçavkirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di koordînasyona Serokatîya Daîreya Îstîxbarata Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê û Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê re de li Enqere, Entelya, Aydin, Dûzce, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Qeyserî, Qirşehîr, Kîlîs, Qocaelî, Qonye, Kutehya, Manîsa, Seqerya û Rihayê li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin.
Di encama operasyonan de 45 şikdar hatin qefaltin, gelek pere û amûrên dîjîtalî jî hatine bidestxistin. (ÎLKHA)