Putîn: Em ê li Ukraynayê agirbestê îlan nekin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, di daxuyanîya ku li Lûtkeya Rêxistina Hevkarîya Şanghayê kir de, weha got, “Em ê li Ukraynayê agirbestê îlan nekin. Divê em li Ukraynayê gavên ku wê venegere bibînin.”
Putîn di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew heta van gavan nebînin ew ê agirbestê îlan nekin.
Putîn meha borî îfade kiribû ku herba Rûsyayê a li Ukraynayê encax dema ku NATO dev ji armancên xwe berde û temamê çar wîlayetên ku Moskova heq dike bêne teslîmkirin wê dawî bibe, Ukraynayê jî van daxwazîyan red kiribû.
Hat îfadekirin ku Putîn derheqê nîqaşa Bîden-Trumpê de jî axivî û got, “Min hinek gengeşîya wan dît lê karên min ê ku ez bikim hene.”
Derheqê axavtinên Trump de jî ku derheqê herba Ukraynayê de diaxive de nerînên xwe got û diyar kir ku Trump ji dil diaxive û Rûsya wî wek ciddî dihesibîne. (ÎLKHA)