Baya Berlyê li Jamaîkayê xist: 10 mirî
Kingstona paytexta Jamaîkayê ji ber Baya Berlyê 10 kesan canê xwe ji dest dan.
![Baya Berlyê li Jamaîkayê xist: 10 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/itUHGUZDvixUPeUa7_oHTqitAMk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/27/baya-berlye-li-jamaikaye-xist-10-miri-3268444f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat îfadekirin ku rêyên paytextê ji ber bayê di bin avê de man, dar jî ji kokên xwe rabûn.
Ji ber ba û barana dijwar, rê û pir di bin avê de man.
Baya ku di kategorîya 4emîn de ye heta niha bû sedema mirina 10 kesan.
Hat îfadekirin ku ba li alîyê başûr tesîrdar bû û vê gavê jî berê xwe da ye alîyê nav welat.
Serokwezîr Andrew Holness got ku hemû balafirgeh hatine girtin û li giştîyê welat qedexeya derketina derve hatîye îlankirin. (ÎLKHA)