• DOLAR 32.693
  • EURO 35.46
  • ALTIN 2498.259
  • ...
HUDA PARê xwe ji kongreya mezin re amade dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê dawiya vê heftê  bi slogana “Sîstema Adîl Parvekirina Heqane”  Kongreya Asayî Ya 5emîn li dar bixe. Ji ber vê yekê amadehî tê kirin.

Yek ji endamê Komîsyona Tertîpê ya Kongreyê Huseyîn Îmîr derheqê xebatên xwe de malûmat û agahî da ÎLKHAyê.

“7ê meha Tîrmehê roja yekşemiyê wê emê Kongreya xwe ya mezin a asayî ya 5emîn lidarbixin. Ji ber vê yekê em hazirî û amadehiyê dikin. Me dawetnameyên xwe ji partiyên sîyasî, saziyên civaka sivîl, rûspiyên civakê, aqademîsyen, sefîr û temsîlkarên derveyê welêt re şand.

Îmîr herwiha got, guhertinên wezîfeya yên di kongreyê de tên kirin em weka guhertina nobetê dibînin.

“Her kongre di hundurê xwe de hin nûkirin û guhertinan dihebinîne. Ji ber vê yekê heycan û kelecanek nû tê. Guhertinên wezîfeyê  ya ku di kongreya me ya mezin a asayî ya 5emîn de tên kirin, em weka guhertina nobetê dibînn. Ev hevalên me di çarçoveya prensîbên partiya me de wê ala partiya me bêtir pêşve bibe û ji bo vê yekê mucadeleyê bide.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir