• DOLAR 32.632
  • EURO 35.364
  • ALTIN 2499.354
  • ...
Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, doh di seat 16.30yan de li ser Ceddeya Sêwrega navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 25 LL 472 ya ku di bin îdareya Veysî Karli de bû, li ser Ceddeya Azadîyê bi wesayîta bi plaqeya 34 EJM 912 ya ku di bin îdareya Faruk Çelîk de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrên wesayîtan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxayan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir