Îşxalkeran dibistanê bombe kirin: 5 şehîd 15 birîndar
Rejîma îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê dibistana ku sîvîl xwe sipartibûn bombe kir. Li gorî diyarîyên ewil 5 kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn.
Derheqê bûyerê de ji teref ekîbên Parastina Sîvîl ve daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di bin kavilên dibistanê de cenazeya 5 kesan hat derxistin. Birîndar û cenazeyên Fîlîstînîyên ku şehîd bûne ji Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst re hatin rakirin. (ÎLKHA)