• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Mînîbûsa rêwîyan û pîkap li hev qelibîn: 3 jê giran 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 09.42yan de li çarrêya gundê Seletê pêk hat.

Mînîbûsa bi plaqeya 56 KD 668 ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn û sefera Dîyarbekir-Êlihê dikir, li çarrê bi pîkaba ku plaqeya wî 72 AAG 837 li hev qelibî.

Di encama qezayê de mînîbûs gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 3 jê giran 13 kes birîndar bûn, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên Dîyarbekir, Bismil û Êlihê re hatin sewqkirin.

Dîmenên qezayê ji teref qemerayên ewlehîyê ve hatin kişandin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir