• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Serokkomar Erdogan, li Astanayê bi Putîn re hat cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan di daxuyanîya çapemenîyê de weha got, “Min bi dostê xwe re, di demeke dirêj e hev nedîtibû. Bi telefonê hevdîtinên me gelek çêbûn lê di vê demê de hevalên me daîma bi hev re di nav têkilîyê de bûn. Wezîrên me yên Karên Hindir, Hazîne û Malîye, Enerjîyê daîma bi hev re di nav têkilîyê de bûn.”

Erdogan di axavtina xwe de îfade kir ku bi Rûsyayê re hevdîtinên wan ên derheqê santrala enerjîyê de jî çêbûn.

Di dawîya axavtinê de Erdogan ji Pûtîn re got ku ew dixwazin di demeke kurt de dixwazin ku wî li welatê xwe mêvan bike.

Pûtîn jî li ser daweta Erdogan îfade kir ku ew ê miheqqek were Tirkîyeyê.

Di berdewama axavtina xwe de Pûtîn îfade kir ku projeyên wan yek bi yek dikevin rewacê. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir