• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Sîyonîstên îşxalker li Cenînê micahîdekî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî çapemenîya Fîlîstînê hêzên taybet ên rejîma îşxalker, li herêma senayîya Cenînê gule berê ciwanekî ku di nav wesayîtê de bû dan.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku leşkerên sîyonîstan ji wesayîtekî sîvîl û jîpekî leşkerî peya bûn, derdorê wesayîtekî dorpêç kirin, êrîşî şofêrê wesayîtê kirin û wî ji wesayîtê derxistin dûre jî ji li wir vekişîyan.

Çavkanîyên herêmî destnîşan kirin ku şervanê berxwedana kampa Cenînê Nîdal Zîyad El-Amerî, di encama sûîqesta hêzên taybet ên sîyonîstan de şehîd ketîye.

Piştî ku hêzên taybet ên terorîstan ketin nav bajêr û Cenînê di kampê de sîren lêketin.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin xelkê derdorê xwestin ku ciwanê bibin nexweşxaneyê lê terorîstan îzîn nedane û astengîyê derxistine.

Hat diyarkirin ku şehîd kurê şehîd e û du hev pismamê wî jî şehîd bûne.

Bi tevî vî ciwanî ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derket 561an û hejmarê birîndaran jî herî kêm gihaştîye 5 hezar û 300 kesan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir