Li rojhilata Tokyoyê di mezinahîya 5,4an de erdhejek pêk hat
Li peravên Çîbaya rojhilata Tokyoya paytexta Japonyayê di mezinahîya 5,4an de erdhejek pêk hat.
Ajansa Meteorolojîya Japonyayê diyar kir ku navenda erdhejê herêma Isumî û Katsuuraya ku girêdayê wîlayeta Çîbayê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej di seat 12.12an de û 50 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Piştî erdhejê hişyarîya tsûnamîyê nehat dayîn. (ÎLKHA)