Li Malîyê êrîşa çekdarî: 20 mirî
Li herêma Sahela Malîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 20 kesan canê xwe ji dest dan.
Gundê Djiguibomboya li herêma Bandiagara welat, dûçarê êrîşa mirovên çekdar bû.
Di encama êrîşê de 20 sîvîl canê xwe ji dest dan.
Herêma Sahelê ku wek “Sînorê 3 welatan” tê binavkirin ku wan welatan jî Burkina Faso, Malî û Nîjerê ye, dûçarê êrîşa çekdarî dibin. (ÎLKHA)