Keleka masîvanan bin av bû: 3 mirî, 7 winda
Li bakurê Portekîzê li peravên Marinha Grandeyê kelekek masîvanan bin av bû, di encama binavbûna kelekê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî winda bûn û ji bo wan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
![Keleka masîvanan bin av bû: 3 mirî, 7 winda](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ivYzro-tuLu020XxrAqasUZLvMQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/27/keleka-masivanan-bin-av-bu-3-miri-7-winda-9e06a138.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Sazîya Behrevanîya Neteweyî ya Portekîzê, daxuyand ku keleka bi navê Virgen Dolorosayê li peravên Marinha Grandeyê bin av bûye.
Di kelekê de 17 kes hebûne; di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de 3 cesed hatin derxistin, 7 kes hatin xelaskirin û ji bo 7 kesên winda jî xebat didomin. (ÎLKHA)